Galeriya wêneyan

11-05-2023
28 Photos
Bilind T. Abdullah

Îro di merasîmeke mezin de bi amadebûna Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û bi beşdariya gelek dîplomat û nûnerên welatên biyanî yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê, her wiha hejmareke zêde yê kesayetên navxwe û derve, Yadgeha Niştimanî ya Barzanî li gundê Barzan hat vekirin.

Merasîma vekirina vê yadgehê di demjimêr 10:00an de bi pêşwaziya mêvanan dest pê kir ku di nav wan de Serokomarê Iraqê Abdulletîf Reşîd, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û hejmareke din ji berpirsên Iraqê û nûnerên welatan jî hebûn.

Serok Mesûd Barzanî di merasîma vekirinê de gotarek pêşkêş kir û got, “Bi vê helkeftê ez bi dilgermî daxwazê ji hemû aliyên Herêma Kurdistanê dikim ku rûpeleke nû vekin û hemû pirsgirêk bên çareserkirin.”