Nêçîrvan Barzanî: Destpêşxeriya Serok Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê girîng e

11-05-2023
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî: Destpêşxeriya Serok Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê girîng e
Nêçîrvan Barzanî: Destpêşxeriya Serok Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê girîng e
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Serok Mesûd Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê bangewaziya Serok Barzanî ya ji bo civîna aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bilind nirxand û got, “Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyalogê di navbera aliyên siyasî de dê destpêkek baş be.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê 11ê Gulana 2023an piştî beşdariya merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî li Barzanê ji medyayê re axivî. Nêçîrvan Barzanî bangewaziya Serok Barzanî wek “girîng” bi nav kir ku daxwaz ji aliyên siyasî kir ku berî 18ê Gulanê bicivin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Serok Barzanî di merasima vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de gotarek pêşkêş kir û got, “Daxwazê ji hemû aliyên Herêma Kurdistanê dikim da ku qonaxeke nû vekin û ku berî 18ê vê mehê civîneke berfireh were lidarxistin ji bo ku bi awayekî dilsozane, berpirsyarane û Kurdistanî hemû pirsgirêk bên gotûbêjkirin û çareserkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî anî ziman, “We bihîst, peyama Serok Barzanî peyama aştîxwazî, hevpejirandin û bi hev re rûniştin bû, hêvîdar im ev jî destpêkeke baş be ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan li ser maseya danûstandinan bi rêya diyalogê. Bi raya min ew peyama herî girîng bû ku îro li Herêma Kurdistanê hate dayîn.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Serok Barzanî di destpêşxeriya xwe de, “Diyar e û bang li hemû aliyan dike ku bi hev re rûnin, bi baweriya min dê destpêkeke baş be ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyaloga di navbera aliyên siyasî de. Ya girîng ew e ku aliyên siyasî bicivin, li her cihê ku bicivin em jî piştevaniyê dikin. Banga îro ya Serok Barzanî ew bû ku di demeke kurt de bicivin.”

Nêçîrvan Barzanî behsa hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kir û ragihand ku li gor desthilata wî roja hilbijartinan hate diyarkirin û got, “Tiştê ku maye li ser parlamentoyê dimîne ku ew jî divê parlamento komîsyonan ji nû ve ava bike û kar bike, em niha li benda van gavan in û em hêvîdar in ku piştî ku hemû alî li hev civiyan ev gav bên avêtin. Divê ev bên çareserkirin û di dema ku me destnîşan kiriye de hilbijartin bên kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst