Yadgeha Niştimanî ya Barzanî tê vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Barzanê îro Yadgeha Niştîmanî ya Barzanî tê vekirin û serkirde, konsul û balyozê welatan ji Iraq û welatên cîhanê beşdarî merasîma vekirinê dibin.

Îro Pêncşemê 11ê Gulana 2023yan bi amadebûna Serok Barzanî, sê serokatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê, kesayetiyên siyasî, lêkolînvan û balyoz û nûnerên welatan Yadgeha Niştimanî ya Barzanî tê vekirin. Serok Mesûd Barzanî di rêûresmê de gotarekê pêşkêş dike.

Ev proje bi salan e ku kar li ser  tê kirin, gelek amadekarî ji bo wê hatine kirin, cil, kelûpel, çek û her tiştê ku Mela Mistefa Barzanî maye û parastiye dê li wir were danîn, herkesê serdan wê yadgeh an muzexaneyê bike, dê gelek tiştan li ser kar û xebat û şoreşên Barzanî bibîne û bizanbe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje: “Muzeya ku hûn li wê derê dibînin, dîroka gelê me nîşan dide, me li ku derê dest pê kir û em îro gihîştin ku derê. Gelek ji we beşdar bûn û gelek ji we alîkariya me kirin, ku ev Kurdistana hûn îro dibînin me ava kir."

Barzan bi giştî dibe platforma komkirina gelek serok û serkirdeyên Kurdistanê û Iraqê, Serokê tîma YNKê di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Qubad Talebanî û çend serkirdeyên partîyan beşdarî rêwresmê dibin. Nûnerên welatan jî beşek ji mêvanên rêwresmê ne.

Balyozê Yemenê yê li Iraqê Xizir Ehmed jî got: “Îro em ji Bexdayê hejmareke zêde ya balyozan hatine vê derê daku beşdarî rêwresma vekirina muzexaneya têkoşerê mezin ê Kurd Mistefa Barzanî bibin. Wek Yemenê di nav de Herêma Kurdistanê, bi giştî peywendiyên me bi Iraqê re hene. Hejmareke zêde ya xwendekarên me li vê derê dixwînin. Demên berê hejmareke zêde ya Kurdan li Yemenê bûn û di warê fêrkirin û gelek warên din de xizmetên mezin kirin."

Balyoz û nûnerên welatan, behsa rol û hêza Kurdan a li Iraq û cîhanê ya di demên borî de û niha dikin.

Balyozê Sûdanê yê li Iraqê Ebdulrehîm Sir Xetim Ebdulrehman jî got: “Kurd xwedî dîrokek in û beşek ji dîroka herêmê û beşeke sereke ya dîroka Îslamê ne. Necmedîn Eyûb, Esededîn Şêrko û Selahedîn Eyûbî ji nav Kurdan derketine. Kurdan gelek xizmet ji dîrok, ol û gelê Iraqê re kirine."

Rêwresm dê du rojan berdewam bike. Di rêwresmê de şoreşên Mistefa Barzanî û xebat û şoreşên gelê Kurd bi serkirdeyên siyasî bên nasandin.