Serokê Komeleya Roboskî Veli Encû hat berdan

11-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komeleya Roboskî-Der Veli Encû ku di bombebarana firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê de birayî wî Serhat Encû û 33 xizmên wî hatibûn kuştin, piştî 4 salan ji girtîgehê derket.

Birayê wî Ferhat Encû ku di heman demê de Hevserokê Şaxa HDPê ya Stenbolê ye roja Çarşemê 10ê Gulana 2023an li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku birayî wî Veli Encû azad bûye. Veli Encû berî 4 salan bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û di girtîgeha Bafra ya Tîpa T de dihat girtin.

Ferhat Encû di peyama xwe de dibêje: “Birayê min Veli Encû ku 4 sal in bi awayekî nehiqûqî di girtîgehê de dîl dihat girtin îro gehişte azadiya xwe. Aqûbet li serê hemû hevalên me yên siyasî be.”

28ê Kanûna 2011an li navçeya Qilebanê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê welatî bordûman kiribûn û di encam de 17 ji wan zarok 34 kes hatibûn kuştin û ev bûyer wek “Komkujiya Roboskî” hat binav kirin. Lê derbarê berpirsên vê komkujiyê de ti karekî yasayî nehat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst