Google Kurdî ya Soranî li servîsa xwe ya wergerê zêde dike

Hewlêr (Rûdaw) - Google 24 zimanên din li servîsa xwe ya wergerê zêde dike ku yek ji wan jî zaravayê Kurdî ya Soranî ye.

Li gorî Google, nêzîkî heşt mîlyon kes bi zaravaya Kurdî ya Soranî diaxivin.

Di daxuyaniya ku îro Çarşemê hat dayîn de Google diyar kir ku armanca wan ew e ku mirovên ji çar aliyên cîhanê bikarin têkiliyê bi hev re daynin, îro wan 24 zimanên din li sîstema xwe zêde kirine û hejmara giştî ya zimanên ku niha ji bo xizmeta wergerê ya Google têne bikaranîn 133 ye.

Google berê jî zaravaya Kurmancî ya Kurdî li servîsa xwe ya wergerê zêde kiribû û destnîşan kir ku di demeke nêzîk de dê zaravaya Soranî ya Kurdî ji bikarhêneran re çalak bike.

Zêdetirî 300 milyon kesan bi zimanên nû yên ku Google li sîstema xwe zêde kiriye diaxivin, di nav wan de zimanê Mîzo yê ku li bakurê rojhilatê Hindistanê ji aliyê 800 hezar kesan ve tê axavtin jî heye.

Lîsteya hin zimanên nû yên ku hatine zêdekirin wiha ye:

- Kurdî (Soranî) nêzîkî heşt milyon kes diaxivin.

- Assamese ji aliyê 25 milyon mirovî ve li bakurê rojhilata Hindistanê tê bikar anîn.

- Aymara li Şîlî û Perûyê ji aliyê nêzî du milyon kesan ve tê bikaranîn.

- Bambara ji aliyê 14 milyon kesan ve li Malî tê bikaranîn.

- Bhojpuri li Hindistan, Nepal û Fîjî ji aliyê 50 mîlyon mirovî ve tê bikar anîn.

Bokan Hesen Ehmed ciwanekî xelkê Helebceyê ye û hewleke mezin daye ku zaravaya Soranî ya Kurdî li wergera Google zêde bike got, “Google bi fermî pîrozbahiya min kir û dê di çend rojên bê de bigihêje ber destên hemû bikarhênerên Kurd.”