Rapbêj Xêmo klîpa “Bijî Kurdistan” belav kir

11-05-2022
RÛDAW
Rapbêj Xêmo klîpa “Bijî Kurdistan” belav kir
Rapbêj Xêmo klîpa “Bijî Kurdistan” belav kir
Nîşan Rapbêj Xêmo Bijî Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanê ji Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê Mihemed Seîd ê ku niha li Almanyayê dijî, rap û stranan dibêje, ji bo girtina klîpekê serdana Herêma Kurdistanê kir û berhemên xwe bi navê Xêmo belav dike. Herî dawî vîdeoyek li ser Kurdistan û Pêşmerge bi zimanê Almanî weşand.

Xêmo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku ew cara yekem e serdana Başûrê Kurdistanê dike û berhema xwe ya nû ya bi navê “Bijî Kurdistan” li sengera Giwêrê girtiye ku behsa Kurdistanê û qehremaniya Pêşmergeyan dike.

Xêmo(Chemo_079) yê ji bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê ji dayik bûye û malbata wî 42 sal in li Almanyayê dijî. Ew niha li bajarê Freiborgê dijî û 6 sal in stranan dibêje.

Xêmo diyar kir ku ew bi berhemên xwe dixwaze qehremaniya Pêşmerge bi cîhanê bide naskirin û anî ziman, "Tenê li Tiktokê nêzî 500 hezar temaşevanan ev berhem dîtin.”

Her wiha diyar kir ku wî heta niha 10 berhem weşandine û hin berhemên wî yên din jî hene û dê li ser wan kar bikin ku di pêşerojê de belav bikin.

Klîpa vîdeoyê ya bi navê "Bijî Kurdistan" ji aliyê Reyan Şêladizî ve hate derhênerkirin û li kanala Youtube ya rapbêj Chemo_079 hate weşandin.

Gotin û awaza rapa 'Bijî Kurdistan' ji aliyê Xêmo ve hatiye amadekirin û li Almanyayê hatiye tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst