Koçer ji ber berfê li Zozanên Feraşînê asê man

11-05-2022
RÛDAW
Nîşan Şirnex Koçerler Zozanên Feraşînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koçerên ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê diçûn zozanên Colemêrgê, ji ber berf û pûkê li Zozana Feraşînê ya 2 hezar û 625 metre bilind asê man.

Rêwîtiya koçerên ku 6 meh li wargehên zivistanî derbas kirin, piştî germbûna hewayê bo zozanên hênik destpê kir.

Koçerên berî 15 rojan ji navçeya Cizîrê ji bo biçin zozanên Colemêrgê bi rê ketin, li navçeya Elkê ya Şirnexê li Zozana Feraşînê, ji ber berf û pûkê asê man.

Koçerên di berfê de asê man xwe spartin gundiyê Feraşînê û bûn mêvanê malên wan.

Koçerê bi navê Servet Polat got: “Îro 15ê Gulanê ye em ji aliyê Şirnexê tên. Ev bû 15 roj em li rê ne. Em gihiştine Feraşînê, hûn dibînin 15 ê mehê ye û berf û qiyamet e.”

Servet Polat, spasiya gundiyên ku wan ezimandine kir.

Herwiha 15 koçerên ku bi ajelên xwe re li sînorê navçeya Elkê wenda bûbûn, piştî xebata 11 demjimêran hatin dîtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst