Iraqê bombebarana Sîdekan a ji aliyê Îranê ve şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Sibeha îro Supaya Pasdaran a Îranê bilindahiyên Berbizîn a li nahyeya Sîdekanê ya navçeya Çoman a Hewlêrê topbaran kir, Wezareta Derve ya Iraqê bombebarana herêmê ji aliyê Îranê ve şermezar kir.

Wezareta Derve ya Iraqê îro Çarşemê 11ê Gulana 2022an bombebarana Îranê ya li ser devera Sîdekan şermezar kir û got, "Li şûna zimanê êrîş û rûbirûbûnê, divê serî li diyalogê bê dayîn û serweriya Iraqê neyê binpêkirin."

Rêveberê navçeya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Bombebaran dûrî avedaniyê hatiye kirin.”

Wezareta Derve ya Iraqê derbarê bomberankirina Îranê ser Herêma Kurdistanê anî ziman, "Nabe ku xaka Iraqê wek cihê êrîşkirina cîranan were bikaranîn."

Çavkaniyekî ji Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ anku HDKÎ) jî ji Rûdawê re piştrast kir ku “Îranê bi dronan êrîşî navçeyên sînorî yên bajarokê Gelale kiriye û bilindahiyên Berbizînê li sînorê Sîdekanê jî topbaran kiriye.”

Her wiha ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNA jî ragihandibû ku Supaya Pasdsaran îro bi dronan pêgehên grûpên çekdar ên opozisyona Komara Îslamiya Îranê li ser sînorê Herêma Kurdistanê kiriye armanc.