Yekem mizgeft li ser deryayê hate avakirin: Mizgefta Kiliç Alî Paşa

11-05-2021
Hêja Bagdu
Mizgefta Kiliç Alî Paşa yekem mizgeft e ku li ser deryayê hatiye lêkirin.
Mizgefta Kiliç Alî Paşa yekem mizgeft e ku li ser deryayê hatiye lêkirin.
Nîşan Mizgefta Kiliç Alî Paşa Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Kiliç Alî Paşa di serdema Împaratoriya Osmaniyan de di sedsala 16an de deryavanek bûye ku xwe gihandiye heta payeya Kaptanê Derya ku ew amirê herî bilind yê lêşkerên hêzên deryayî bûye. Biqasî 16 salan di bin hêza Osmaniyan de xizmet kiriye. Ev kesê paye bilind li ser navê xwe bi Mîmar Sînan mizgefteke mezin daye ava kirin. Piştî ku koça dawî kiriye jî ew li heman mizgeftê hatiye veşartin. Wî li pey xwe dîrokeke tije serkeftin hiştiye. Lê nebitenê serkeftin, her wiha mizgefteke wisa bedew jî hiştiye ku bi sedan salan misilman karibûne werin û lê limêj û diayên xwe bikin.

Mizgeft di sala 1580yan de hatiye ava kirin û ji aliyê stîla wê ya avahîsaziyê ve ew dişbe Ayasofyayê. Lewma ev mizgefta bi yek minare wek Ayasofya ya piçûk jî tê binavkirin. Li dora mizgeftê gor û himamek jî heye.

Avahîsazekî pispor endezyar Olcay Ese ku li ser Mizgefta Kiliç Alî Paşa hin xebatan pêk aniye, dibêje: “Mizgefta Kiliç Alî Paşa li ser navê Kaptanê Derya Alî Paşa hatiye ava kirin. Ew wek yek bedewtirîn  mizgeftên Mîmar Sînan tê nasîn. Hin rexnegir wê wek Ayasofya piçûk bi nav dikin û wê dişbînin dêra Ayasofyayê. Ev dîtineke rast e. Bitaybetî jî quba wê û stîla avakirina wê gelekî dişbe ya Ayasofyayê. Lê divê mirov vê yekê jî bêje ku dema Sînan ew ava kiriye hê ji Ayasofyayê jî derbas kiriye û pêwendiya her dû avahiyan gihandiye asteke baştir û delaltir.”

Tê gotin ku Kiliç Alî Paşa serî li Siltan Muradê III yemîn daye ku ew dixwaze li ser navê xwe mizgeftekê ava bike. Ji ber ku ew deryavan e Siltan xwestiye ku ew li ser deryayê mizgeftê ava bike. Alî Paşa tê û qala wê ji Mîmar Sînan re dike. Aliyê bahrê bi awayekî tê tijekirin û mizgeft li ser wê tê ava kirin. Lewma Mizgefta Kiliç Alî Paşa yekem mizgeft e ku li ser deryayê hatiye lêkirin.

Avahîsaz Olcay Ese herwiha dibêje: “Mizgefta Kiliç Alî Paşa her wiha wek kulliyekê hatiye ava kirin. Serşoka Kiliç Alî Pa Mizgefta Kiliç Alî Paşa û her wiha medreseke bi heman navî li kêleka mizgeftê heye. Camî wek navend di nava van avahiyan de ye. Mizgeft di wextên berê de li kêleka deryayê bûye. Ango li ber avê hatiye ava kirin. Lê ew aliyê avê hatiye tije kirin û camî li ser kutekan hatiye lêkirin. Lê belê îro ew biqasî 200 metreyî ji bahrê dûr ketiye. Ji ber ku aliyê deryayê hê jî tê tije kirin mizgeft îro ji avê dûr maye. Ji aliyê teknîka avahîsaziyê ve jî mizgeft yek ji bedewtirîn mizgeftên Sînan e.”

Mîmar Sînan li pey xwe gelek berhemên bêhempa û nemir hiştiye. Selîmiye, Suleymaniye û Şehzade hin ji wan mizgeftên wî yên ji derveyî rêzê ne. Ya ku li ser navê Kiliç Alî Paşa çêkiriye jî wek pirekê ye di navbera rabirdû û dahatu yê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst