Lêpirsînê li dijî Şaredarê Kaniya Xezalan destpê kir

11-05-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgeha Riha ya Bakûrê Kurdistanê, lêpirsîn li gel Şaredariya Kanya Xezala destpê kir, ku şaredariyeke ser bi AK Partiyê ye.

Ew lêkolîn di derbarê belavbûnna tomareke videoyî ye ku birazyê Şaredarê Kanya Xezala bi otombîleke serbazî ya zirêpoş çûye ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û teqeyê dike.

Ew video di torên civakî de belav bûye.

Rêveberya Kargêrî û Çavdêriya Parêzgeha Rihayê, bi nivîseke fermî daxwaza çend tomar û belgeyan ji Şaredariya AK Partiyê ya Kaniya Xezala kiriye.

Parlamenerê CHPê, Mahmut Tanal jî dibêje, ji ber parvekirina wê videoyê di torên civakî de, gef li wî hatine xwarin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst