Di êrişa DAIŞê de pêşmergeyek şehîd bû

12-05-2021
RÛDAW
DAIŞ êrişî Pêşmerge û Heşda Şeibî kir
DAIŞ êrişî Pêşmerge û Heşda Şeibî kir
Nîşan Pêşmerge Heşda Şeibî DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên DAIŞê navçeya Gulaleyê ser bi Kifriyê êrîşî xaleke sengerê Hêzên Pêşmerge û Heşda Şeibî kirin di encama êrişê de Pêşmergeyek Şehîd bû.

Çekdarên DAIŞê navçeya Gulaleyê ser bi Kifriyê êrîşî xaleke sengerê Hêzên Pêşmerge û  Heşda Şeibî kirin di encama êrişê de Pêşmergeyek Şehîd ket û 2 endamên Heşda Şeibî jî bindar bûn.

Fermandarê Lîwaya sêyemîn yê Hêzên Pêşmerge Ehmed Mistefa ji Rûdawê re got “Îşev demjimêr 22:an de DAIŞ li Pirdê Helwaniyê ya Gulalayê êrişî xaleke Heşda Şeibî kiriye. Di êrişê de 2 endamên Heşda Şeibî ji serê xwe û singê xwe birîndar bûne.”

Herwiha Fermandarê Hêzên Pêşmerge Cemal Waranê jî Rûdawê re ragihand “DAIŞ Li Gundê Omerbilî ya ser bi Kifriyê, bi qenas êrişî ser 16emîn lîwaya Hêzên Pêşmerge kir. Di êrişê de Pêşmergeyê ku birindar bûbû li nexewşxaneyê şehîd ket.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst