Dayika Aştiyê Durrî Kaygusuz û 4 siyasetmedar ji zîndanê derketin

Hewlêr (Rûdaw) - Dayika Aştiyê Durrî Kaygusuz û Hevserokê Dîlokê yê Partiya Demokratik a Gelan(HDP) Musa Aydîn jî di nav de 5 kes ji zîndanê hatin berdan.

Li parêzgeha Dîloka Bakurê Kurdistanê ji doza ku dijî 90 sîyasetmedar, rêvebirên komeleyan û nûnerên rêxistina civaka sîvîl de hatibû vekirin 5 kes azad bûn. Ev kes 14ê Mijdara 2019an û 14 Tîrmeha 2020an de hatibûn desteserkirin û derbarê wan de bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê kirinê” de doz hatibû vekirin.

Dayika Aştiyê Durrî Kaygusuz, Hevserokê Dîlokê yê HDPê Musa Aydin, Guler Erat, Azîme Bali û Hurşît Besle yên ku li girtîgeha Êlihê bûn û ji vê dozê dihatin darizandin, îro hatin berdan.

Dadgeha 2eyemîn ya cezayê giran ya Dîlokê di derbarê siyasetmedar Mehmet Ozkan, Îsmaîl Berkpinar, Muslum Kiliç, Herwiha dadgehê Abdullah Înce, Cumalî Taşçi û Selman Tutumlu ku di vê dozê de dihatin darizandin biryara berdewamiya girtinê da.