PKKê eşkere kir ku Cotyar Muhsin li cem wan girtî ye

11-05-2020
RÛDAW
Nîşan Cotyar Muhsin PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên parastina Gel (HPG) bi hinceta sîxurîkirina bo MÎTa Tirkiyê,  zêdetirî 3 mehan e ku xortekî 29 salî yê Amêdiyê yê bi navê Cotyar Muhsin ku xelkê gundê Siyarê ye, girtiye.

HPGê derbarê Cotyar Muhsin daxuyanî de û eşke kir ku ew li ba wan girtiye.

HPGê dibêje, wan kesên bi navê Cotiyar bi tawana sîxorîkirinê û aşkerakirina pêgehên gerîlayên wan bo balafirên bê pîlot giritne.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Şexsê bi navê Cotyar Mûhsîn, ji ber sûcdariyên ku sîxurî kiriye, koordînatên herêmên hêzên me yên gerîla dane ku balafirên şer bombeyan lê bibarînin, ji aliyê hêzên me ve hate girtin. Şexsê bi navê Cotyar ji eşîra Berwarî ye. Bi salan e em û eşîra Berwarî di nava hev de ne û me ji wan ti carî nebaşî nedît. Lê belê hin kesên ku bi MÎT a Tirk re dixebitin tên hin ciwanan dikin sîxur.”

HPG herwiha dibêje divê xelkê Behdînan û eşîra Berwariya hişyarî zarokên xwe bin.

Pêştir Dayika Cotyar, Leylîxan Mihemed bi rêya Rûdawê daxwaza berdana kurê xwe ji PKKê kiribû û gotibû: “Ez hêvî dikim ji PKKê ku kurê min berde. Hêvî û ricayê dikim ku kurê min berdin. Kurê min çi nekiriye, wellehî bi hîle ew birine. Jê re gotine, were em dê biçin geştê û bi hîle birine. Bi vê pîlanê kurê min ê biçûk birine.”

Bavê Cotyar, Mushin Hisên ji Rûdawê re ragihandibû: “Roja 29ê meha yekê (sala 2020), telefonek jê re hatiye û gotiye ez doktor im û were em biçin geştê bo nav berfê. Paşê derketiye ku PKKê ew desteser kiriye. Em nizanin guneha wî jî çi ye. Paşê bi rêya kanalên taybet ji me re gotin, ku ew li cem me ye û hatiye desteserkirin, em lidûvçûnan dikin û di nava 2-3 rojan de em dê berdin. Ew bû 97-98 roj ku hatiye desteserkirin. Em daxwaza azadkirina wî dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst