Li navçeya Licê ya Amedê 11 muxtar ji kar hatin dûrxistin

11-05-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Amed Muxtar Dûrxistin Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorê navçeya Licê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 11 muxtar bi çend tohmetan ji kar hatin dûrxistin û ji aliyê hikûmetê ve qeyûm bo wan hatin danîn.

 

Qeymeqamiya Licê ragihand ku 11 muxtarên taxên bajarok bi tohmeta piştgirîkirina terorê, bazirganiya bi maddeyên hişber û binpêkirina yasayan, lêkolîn ligel wan hatiye kirin û bi biryara qeymeqamiyê û bi fermana Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji kar hatine dûrxistin.

 

Li gor daxuyaniya qeymeqamiyê, li şûna 11 muxtarên ku ji kar hatine dûrxistin, 11 kes wek qeyûm li cihên wan hatine danîn û dest bi karên xwe kirine. Hemû muxtarên ji kar hatine dûrxistin, di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê de hatine hilbijartin.

 

Medyayê belav kiriye ku Rêveberiya Asayîşê berê ligel çend muxtaran dest bi lêpirsînê kiriye û yek ji wan jî desteserkirî bû. Lê niha lêpirsîn ligel her 11 muxtaran destpê dike. Ev hemû di demekê de ne ku medya Tirkiyê behsa nêzîkbûna AK Partî û HDPê dike bo gotûbêjkirina li ser proseya çareseriyê. Lê herdu alî vê yekê red dikin.

 

Berdevkê AK Partî Omer Çelîk dibêje: “Rojeveke wiha li holê nîne, lê ev rojeveke çêkirî ye. Her wek dizanin proseya çareseriyê, proseya danîna çekan û bicîh hiştina Tirkiyê bû ji aliyê terorîstan ve. Lê ew berevajiya vê yekê tevgeriyan. Ew bû ku di mijara xendekan de Tirkiyê pêdagiriya xwe bo rûbirûbûna terorê ragihand. Mixabin ew partiya hûn behs dikin gelek caran axaftina wiha bikar aniye ku piştgirî li çalakiyên terorîstan kiriye û hewl daye rewatiyê bide wan terorîstan.”

 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ragihand ku berê helwêsta wan çi be li ser berdewam dibin û piştgiriyê li demokrasiyê dikin. Mehek û 12 roj e hilbijartinên xwecihî yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hatine kirin, lê heta niha jî nîqaşên derbarê wê de bidawî nebûne. Bi taybetî ku li ser nerazîbûn û daxwaza AK Partî li Stenbolê hilbijartin tê dubarekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst