Mele Bextiyar bertek nîşan da: Bexda nikare bibe asteng

Xaneqîn (Rûdaw) – Sekreterê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar ragihand, hikûmeta Iraqê nikare pêkanîna referanduma serxwebûna Kurdistanê asteng bike.

 

Li navçeya Xaneqîn a parêzgeha Diyalayê li ser mijara “Li deverên nakokî pêkanîna referandumê” konferanseke hate lidarxistin û Mele Bextiyar di wê konferansê de axivî.

 

Mele Bextiyar diyar kir, hikûmeta Iraqê îdia dike ku destûra Iraqê îzn nade referandum were pêkanîn û got: “Iraq xwe wisa dide nasandin ku dergûşa şaristaniyê ye. Em nabêjin bibe dergûşa şaristaniyê. Qet nebe bibe dewleteke maqûl, qebûl bike ku em nêrîna neteweya xwe bibînin. Bi kîjan mafî hikûmeta Iraqê dêvla me biryar dide?”

 

Bextiyar destnîşan kir, ku referendum mijareke netewî ye û pêwendiya wê bi pêvajoya demokrasiyê heye û got:

 

“Ev mafê mirovan û civakê ye. Madem destûra Iraqê li ser bingeha demokrasiyê hatiye avakirin, emê jî ji vêya sûdê werbigrin û bi awayekî ku xizmeta pêvajoya demokrasiyê bikin, li gor çarçoveya destûrê, emê referandumê pêk bînin.”

 

Mele Bextiyar li ser daxuyaniyên rêveberiya Bexdayê ku dibêjin “referandum li dijî destûra Iraqê ye” bertek nîşan da û got:

 

“Xwezî dêvla ku vêya dibêjin, 10 sal berê benda 140emîn a destûrê bihata sepandin û deverên nakokî, di serî de jî Kerkûk, Şingal û Xaneqîn bi rêveberiya Herêma Kurdistanê ve bihata girêdan. Yan jî qonaxa herî dawî ya benda ku referanduma deverên nakokî pêwîst dibîne bihata bicihanîn. Li wan deveran referandum hatiba kirin. Wê gavê ji bo hikûmeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî, raya giştî, gelên ereb, tirkmen û her kesî, dê derketana holê ku gelo piraniya gelê me piştgirî didin ew dever tevlî Kurdistanê bibe an na.”

 

Sekreterê YNKê aşkere kir, ku hikûmeta Iraqê bû 10 sal, xwe ji sepandina destûrê dûr dixe û kurdan diewiqîne û got:

 

“Emê dawiya dawî li ser rêya ku em jê bawer dikin bimeşin û stratejiya demokrasiyê pêk bînin. Ev stratejî ew e ku em peywira demokrasiyê bi cih bînin û benda 140emîn bisepînin. Benda ku di destûra Iraqê de dibêje pêwîst e referandum were pêkanîn, divê li gor berjewendiyên neteweya me û li gor pêvajoya demokrasiyê be. Eger xelkê deverên nakokî, tenê ereb bûna , hikûmeta Iraqê dê nehiştana bi navê “deverên nakokî” têkeve destûra Iraqê.”

 

Bextiyar amaje bi yekê kir, ku ji bo wergirtina nêrîna gel dê referandum were pêkanîn û got: “Emê ji gelê xwe bipirsin gelo serxwebûnê dixwazin an na. Em bi awayekî aşkere vêya dibêjin: Eger piranî nexwaze Kurdistan bibe serbixwe, ne YNK, ne PDK û ne jî partiyeke din nikare bi zorê serxwebûnê bîne.”