Rûdaw li Cannesê ye – Festîval dest pê dike

11-05-2016
RÛDAW
Cannes
Cannes
A+ A-

Cannes (Rûdaw) - Îro 69emîn Festîvala Fîlmên Cannesê li Fransayê dest pê dike.

Kanala Rûdawê jî ji bo rûmalkirina 69emîn Festîvala Fîlmên Cannesê bi awayekî fermî hatiye vexwendin û tîmeke Rûdawê li bajarê Cannesê yê Fransayê ye.

Rûdaw li Cannesê nerîna derhêner û sînemakarên cîhanî wergirtye û ew beşdarîkirina xwe di wê fêstîvalê de bi derfeteke zêrîn dizanin.

Hezaran sînemakar, aktor û aktirestên cîhanî ji bo beşdarkirina di festîvalê de berê xwedana bajarê Cannesê.

Festîval dê heya 22yê Gulanê berdewam be û serperiştiya juriyan derhênerê fîlma Mad Max George Miller dike.

Endamên desteya juriyê jî derhênerê macar Laszlo Nemes, derhenêrê fransî Arnaud Desplechin, derhênera îtalî Valeria Golino, aktirîsta amerîkî Kirsten Dunst, aktorl danemakayî Mads Meikkelsen, aktorê kanadî Donald Sutherland, aktirîsta fransî Vanessa paradis û  produsera îranî Katayoon Shahabî ye.

Festîval bi nimayişa fîlma Woody Allen a bi navê “Café Society” dest pê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst