Wan – Xwendekarên biyanî di bin ala Kurdistanê de kom bûn

11-05-2015
RÛDAW
Wan - Ala Kurdistanê
Wan - Ala Kurdistanê
A+ A-

Wan (Rûdaw) – Li Wanê, xwendekarên biyanî yên Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) di bin çadêra ku ala Kurdistanê li ser hatibû danîn de kom bûn.

Îro li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya bajarê Wanê xwendekarên biyanî yên ku li wê zanîngehê dixwînin, li hev kom bûn.

Xwendekarên ku ji Başûrê Kurdistanê, Filistîn, Sûriye, Azerbaycan û hinek welatên din hatibûn, ji xwe re çadirek vedan û di çadirê de ala welatê xwe, sembolên dîrokî, siyasî û kevneşopî yên welatê xwe danîn.

Qurdeleya vekirina wê çalakiyê di çadira xwendekarên Başûrî de û ji aliyê Serokê YYUê Prof. Dr. Peyamî Battal,  Serokê Komeleya Xwendekaran a Yedîîklîm û Federasyona Komeleyên Navdewletî yên Xwendekaran (UDEF) ve hat birrîn.

Prof. Dr. Battal di merasima vekirina çalakiyê de axivî û got, îsal tiştekî pir xaş çêbû. Gellek xwendekar ji Herêma Kurdistanê ji bo xwendinê hatin vir. Kapasîteya zanîngehê ji bo wergirtina xwendekaran baş e lewma plana me ew e ku em heta 3 hezar xwendekarên biyanî werbigirin.

Serokê Zanîngeha Yuzuncu Yilê her wiha diyar kir ku ew girîngiyê didin hevkariya navbera zanîngehên her du welatan û ragihand, ew jî çend caran çûye Herêma Kurdistanê.

Di vekirina çalakiyê de xwendekarên Başûrê Kurdistanê belgefîlmek li ser dîroka Kurdistanê bi beşdaran dan temaşekirin.

Xwendekarê Başûrî yê bi navê Senar Gerdî li ser navê xwendekarên Başûr axivî û diyar kir ku ew ji ber derfet û îmkanên ku rêveberiya zanîngehê û komeleyên xwendekaran dane wan, memnûn in.

Gerdî anî ziman ku Kurdistan hewla serxwebûnê dide û ew jî bi çar çavan li benda serxwebûnê ne.






Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst