YNK: Beriya serxwebûnê divê ev 5 xal pêk werin

11-05-2015
RÛDAW
Nîşan Serxwebûna Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) beriya serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Amerîka helwesta xwe derbarê ragihandina serxwebûna Kurdistanê ji Barzanî re ragihand, ku beriya serxwebûnê divê 5 xal pêk werin.

Barzanî beriya serdana Amerîka, serdan Sekreterê Giştî yê YNKê, Celal Talebanî li Silêmaniyê kir.

Li gorî agahiyên jêderekî ji nava Polîtburoya YNKê, ku ji Rûdawê re esker kiriye ku, endamên Polîtburoya YNKê ji Barzanî re gotine, eger dewleta serbixwe were ragihandin ewê jî piştgiriya wê bikin.

Endamê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya YNKê, Hakim Qadir derbarê pirsa serxwebûnê, dibêje, bo wê yekê kar pêwîst e û divê divê 5 xal sereke pêk werin.

Hakim Qadir wan 5 xalan bi vî awayî rêz dike û wiha dibêje: “Bo gihîştin bi mafê çarenivîsê, divê kurd van 5 xalên sereke li ber çav bigire: Hêzên Pêşmerge bi bernameyeke dirust û bi temamî bibin yek, hêzên asayişa Kurdistanê yek bigirin, ku ev xala herî girîng e, yek gotara siyasî li Herêma Kurdistanê hebe, pirsa firotina petrolê zelal be û ti rexne di vî alî de nemînin, û ya 5em jî ew e ku pêwendiyên me ligel welatên erebî û cîranên me baş bin.”

Beriya serdana Barzanî bo Amerîka, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ragihand: “Pirsa serxwebûnê wê di civîna Barzanî ligel Obama de were behiskirin.”

Roja 8ê gulanê, dema Barzanî ligel revenda kurdî li wî welatî civiya, ragihand ku, wan pirsa dewleta serbixwe ligel Koşka spî bi awayekî têr û berfireh behis kirin.

Yek ji amadebûyên civîna Barzanî ligel Obama ji Rûdawê re ragihand: Derbarê dewleta Kurdistanê, Serok Barzanî ji Obama re got: “Emê dewleta serbixwe her rabigihînin.”

Derbarê bersiva Barack Obama jî, wî jêderî wiha got: “Obama ji Serok Barzanî re got, ez hêviyên gelê kurd baş fêm dikim, lê şensekî bidin Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî. Lê Serok Barzanî gotiye ev derfeta dawî dibe ji Iraqê re.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst