Ev 3 rojin sekreterê PDK-Sê li ser sînor asê maye

11-05-2014
Behzad Mîran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela ev sê roje li ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê asê maye û dibêje ku “asayişa PYDê rê li ber digire û nahêle vegere Rojavayê Kurdistanê”.

Siûd Mela roja înê piştî nîvro ji Başûrê Kurdistanê derbasî Bakur bû û xwest di rêya deriyê sînorî yê Dirbêsiyê re vegere Rojava, lê wek wî ragihandiye ku “asayişa PYDê heta niha nahêle vegere Rojava”.

Siûd Mela ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew hîn li ser sînor e û li bendê ye ku rê li ber wî vebe ji bi ku vegere Rojavayê Kurdistanê”.

Mela herwiha got ku “niha gotûbêj di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de berdewam in ji bo ku ew bikaribe vegere”, lê tekîd kir ku ew gotûbêj hîn negihiştine ti encamekê.

Sekreterê PDK-Sê berî niha gotibû ku “asayişa PYDê jê re gotiye eger ew vegere jî dê were girtin an jî nefîkirin”. Derbarê vê yekê de jî Siûd Mela car din tekîd kir ku “ewê her vegere mala xwe û wê demê kî çi dike bila bike”.


Heta vê gavê ne asayiş û ne jî rêveberiya herêma Cizîrê a ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye avakirin, ti daxuyanî derbarê rêgirtina li sekreterê PDK-Sê de belav nekirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst