Salih Gedo: Siûd Mela dikare vegere Rojavayê Kurdistanê

11-05-2014
Mihyedîn Hisên
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Salih Gedo, diyar kir ku ti astengliyek li hember vegera Sekreterê PDK-Sê Siûd Mel abo Rojava tine û ew dikare vegere. Gedo her wiha got, ew dixwazin rûpelek nû bi Herêma Kurdistanê re vekin.

Wezîrê derve yê kantona Cizîrê Salih Gedo beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdaw TV bû û tê de tekez kir ku ew weke kantona Cizîrê daxwaza piştgiriya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dikin.


Li ser pirsa nehatina wî bo Hewlêrê Gedo destnîşan kir ku Partiya Demokrata Kurdistanê rêya Hewlêrê li ber wan girtiye û got ku helwestên PDK ji birêvebiriya wan nerênî ne.


Gedo anî zimên ku ew dixwazin hemû hêzên Kurdistanî û bi taybet ên li Başûrê Kurdistanê piştgiriya wan bikin lê got ku biryara wan ji Rojavayê Kurdistanê ye û ew biryareke serbixwe ye.


Wezîrê derve yê kantona Cizîrê da xuyakirin ku gelê Rojavayê Kurdistanê dixwaze ku hikûmeta Herêma Kurdistanê îtirafê bi birêvebiriya xweser bike û tekez kir ku ew dixwazin rûpeleke nû bi hikûmeta nû a Herêma Kurdistanê re vekin.

 
Li ser pirsa rêgirtin li hember serkreterê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe , Salih Gedo got ku ti tişt li ser Siûd Mela nîne û dikare derbasî Rojavayê Kurdistaê bibe.


Derbarê rapora Grûpa Qeyranên Navdewletî (ICG)ku gotibû PKK çavkaniya serketina PYDê li Rojavayê Kurdistanê ye û dabû xuyakirin ku rêjîma Sûriyê piştgiriya PYDê dike , Gedo got ku haya wan ji wê raporê nîne.


Tê zanîn ku şandeke kantona Cizîrê li bajarê Silêmaniyê ye û xwe amade dike ku serdana 3 welatên Ewropayê bike.

 

Sekreterê PDK-Sê Siûd Mela, îro ji Rûdawê re gotibû, ew sê roj in li ser sînorê Rojava û Başûr im lê Asayişa Kantona Cizîrê nahêlin ez derbasî Rojava bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst