Pêwendiyên Tûnis û Herêma Kurdistanê berfireh dibin

11-05-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê Tûnisê li Iraqê Semîr Cemaî, eşkere kir ku Tûnis dê nûnertiya balyozxaneya xwe li Herêma Kurdistanê veke her wiha dê ji meha bê ve geştên asimanî navbera her du welatan de dest pêbike.

 

Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, balyozê Tûnisê li Iraqê Semîr Cemaî îro li Hewlêrê bi berpirsê pêwendiyên derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa re hevdîtin pêk anî.

 

Li gorî nûçeyê, Semîr Cemaî eşkere kir ku ew dixwazin nûnertiya balyozxaneya Tûnisê li Iraqê li Herêma Kurdistanê vekin û bo vê yekê hemahengiyên pêwîst bi Wezareta Derve ya Iraqê re kirine.

 

Balyozê Tûnisê li Iraqê her wiha da zanîn, ji destpêka meha Hezîrana îsal ve dê geştên asimanî navbera Hewlêr û Tûnisê de dest pêbike û wiha got: “Em hêvîdar in ev gav bibe destpêka pêwendiyên bazirganî, geştiyarî û kulturî yên navvera her du welatan.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst