Li Dîlokê lehî rabû: Cade û kolan di bin avê de man

11-04-2024
RÛDAW
Nîşan Dîlok Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê piştî baraneke gur lehî rabû û cade û kolanên bajêr di bin avê de man.

Li navenda bajarê Dîlokê danê êvarê baraneke gur bariya û lehî rabû.

Barana zêde bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kir û cade û kolan di bin avê de man.

Otomobîl ji ber ava ku li ser cade û kolanan kom bûye rûbirûyî zehmetiyan hatin.

Li binê hinek pirên nav bajêr û li ser xaçerêyan otomobîl bi temamî di bin avê de man.

Li ser agahdarkirinê gelek tîmên parastina sivîlan, şaredarî û polîsan bi hawara welatiyan ve çûn.

Hat ragihandin ku xebatên tîman ên ji bo diyarkirina zerer û ziyanên welatiyan berdewam in.

Dîmenên lehî û baran gur a Dîlokê ji aliyê beşek welatiyan ve li ser medyaya civakî hatin belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst