Li Cizîrê barhilgirek wergeriya: Şofêr canê xwe ji dest da

11-04-2024
RÛDAW
Nîşan Cizîr Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê barhilgirek wergeriya û di encamê de şofêrê wê canê xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyan danê êvarê li ser rêya sereke ya Cizîr û Nisêbînê barhilgira ku welatiyê bi navê Berham Kurt diajot wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di pişkînên destpêkê yên tîmên tenduristiyê de diyar bû ku Berham Kurt li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê welatiyê navborî ji bo karûbarên otopsiyê bit morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Piştî rakirina barhilgir ji ser rê, çûnûhatin carek din li ser rêya Cizîr û Nisêbînê dest pê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst