ŞIRNEX - Du grûp ji ber hilbijartinan bi hev ketin: 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeya Giteyê ya navçeya Silopyayê ya Şirnexê du grûp ji ber hilbijartinan bi dar û keviran bi hev ketin.

Di encamê de 4 kes û 3 endamên tîma tenduristiyê ku ji bo midaxeleyê çûbûn cihê bûyerê bi giştî 7 kes birîndar bûn.

Li nahiyeya Giteyê ya navçeya Silopyayê ya Şirnexê îro di navbera du grûpan de pevçûn çêbû û 4 kes birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku ew alîgirên AK Partiyê û Partiya Yenîden Refahê ne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîsan çûn cihê bûyerê û li wê derê grûpekê êrişî tîma tenduristiyê jî kiriye û di encamê de 3 kes birîndar bûne û zerer gihiştiye ambulansê jî.

Li ser vê yekê polîsan midaxele kiriye û çend kes hatine desteserkirin.

Tîmên tenduristiyê kesên birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopyayê.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran baş e.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.