AKRÊ - Ji ber barana gur rêya 12 gundan ji hev ket

11-04-2024
RÛDAW
AKRÊ - Ji ber barana gur rêya 12 gundan ji hev ket
AKRÊ - Ji ber barana gur rêya 12 gundan ji hev ket
Nîşan Akrê Barana Gur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber barana gur rêya 12 gundên nahiyeya Girdesanê ya navçeya Akrêyê têk çû û şêniyên herêmê dixwazin rêya wan were çêkirin ku êdî têk neçe.

Pêla barana gur a li Herêma Kurdistanê berdewam dike.

Asta avê Çemê Zêya Mezin a li nahiyeya Girdesanî ya Akreyê bilind bûye û rêya 12 gundan têk çûye.

Li gorî gotina şêniyên gundan, ew ji bo çûnûhatinê rêyên din bi kar tînin ku ew rê jî gelekî dirêj in.

Muxtarê Gundê Keledê Ebulrehman Fazil li ser xerabûna rêya gundê xwe ji Rûdawê re got:

“2 roj in, ji ber bilindbûna asta ava Çemê Zêya Mezin em nikarin çûnûhatinê bikin.

Berê çend caran rê hatibû çêkirin lê dema baran dibare têk diçe.”

Rêveberiya Çêkirin û Parastina Rêyên Akrê hewl dide rêyên ku xirab bûnê çê bikin.

Di xebatên Rêveberiya Çêkirin û Parastina Rêyên Akrê de çend metre erdên welatiyan jî ji bo rê tên bikaranîn.

Welatiyê bi navê Mîqdad Hîkmet jî ji Rûdawê re got:

“Her sal di dema çêkirina rê de 2-3 metre erd em didin Rêveberiya Çêkirin û Parastina Rêyên Akrê lê belê heta niha jî em nehatine qerebûkirin.”

Şêniyên herêmê ji berpirsan dixwazin ku rêyên wan bi başî werin çêkirin û her sal ji ber barana zêde û bilindbûna asta Çemê Zêya Mezin ew bê rê nemînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst