Li Erdexanê xanî di bin berfê de man

11-04-2024
Nîşan Erdexan Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêmên bilind ên parêzgehe Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê, berf bariya û xanî di bin berfê de man.

Tevî hatina biharê li piraniya Bakurê Kurdistanê şilî berdewam dike.

Zozanê Bilbilê di navbera Erdexan û Artvînê de ye û bilindahiya wî 2 hezar û 580 metre ye.

Li wê derê jî berf û bager berdewam dike.

Ji ber barîna berfê li Zozanê Bilbilê ku havîngeha welatiyan e, xanî heta bi banên xwe di bin berfê da mane.

Ji aliyê din ve, li gorî Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bilî parêzgehên Meletî, Dêrsim û Erzinganê li tevahiya Bakurê Kurdistanê baran û şilî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst