Li bakurê welêt îro jî şilî ye: Hişyariya aşûtê hat dayîn!

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bilî Meletî, Dêrsim û Erzinganê li tevahiya Bakurê Kurdistanê baran û şilî heye.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya baranê û ji bo herêmên bilind jî hişyariya aşûtê da.

Tevî şiliya zêde jî pileyên germê li gorî demsalê normal in û danakevin.

Ji aliyê din ve, li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber helîna berfê û barîna baranê asta ava Çemê Qurayê zêde bû û çem di ser ve çû.

Herwiha ji ber zêdebûna ava çem hinek zeviyên li Deşta Erdexanê di bin avê de man.