Rojava - Piştî nûçeya Rûdawê zarokekî winda radestî malbata wî kirin

11-04-2023
RÛDAW
Zarokê 13 salî yê ji gundê Qirmanê yê Dirbêsiyê ku winda bûbû, piştî nûçeya Rûdawê hat dîtin
Zarokê 13 salî yê ji gundê Qirmanê yê Dirbêsiyê ku winda bûbû, piştî nûçeya Rûdawê hat dîtin
Nîşan Rojava Dirbêsî Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Roja Pênşemê 6ê Nîsanê ji gundê Qirmanê yê ser bi bajarê Dibêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ve dayikekê bi navê Agrîn Şêxmûs hawara xwe gihand Tora Medyayî ya Rûdawê û bi kelegirî ragihand ku kurê wê yê 13 salî Ibrahîm Salih Derwêş winda bûye û ji bo dîtina wî daxwaza alîkariyê kiribû.

Ibrahîm Salih Derwêş ku wek dayika wî ji Rûdawê re got, xwandekarê pola şeşan e û li dibistana gundê Qirmanê dixwîne, ji roja Çarşemê 5ê Nîsanê ve winda bûbû û ti agahî jê nedihat zanîn.

Nûçeya windabûna wê nûciwanê 13 salî yê ji Dirbêsiyê, êvara Pêncşemê 6ê Nîsanê di bultena demjimêr 19:00an a Rûdaw TV de ku taybet bi nûçeyên Rojavayê Kurdistanê ye hat weşandin û pêşkêşkarê bultenê Dilbixwîn Dara daxwaz kir, her kesek ku cihê Ibrahîmê 13 salî dizane yan zanyarî li ser wî hene, bila têkilî bi dayika wî re bike.

Piştî derbasbûna demeke kurt, malbatê ragihand ku kurê wan hatiye dîtin û radestî wan hatiye kirin.

Agrîn Şêxmûs dayika Îbrahîmê 13 salî li ser wê yekê ji Rûdawê re got, tenê 5 xûlekan piştî belavbûna nûçeya windabûna kurê wê li ser ekrana Rûdawê, bi rêya telefonê peywendî pê re hatiye kirin û jê re gotine: Were kurê xwe bibe.

Dayika wî nûciwanê Rojavayê Kurdistanê di dîmeneke vîdyoyî de spasiya Tora Medyayî ya Rûdawê dike û dibêje: “Tenê 5 deqeyan piştî belavbûna nûçeyê li ser Rûdawê, têkilî bi me kirin û gotin were kurê xwe bibe. Bi xwedê me nizanî kurê me li kuderê ye?”

Agrîn Şêxmûs, dayika Îbrahîm Salih Derwêş ê 13 salî pêştir ji Rûdawê re ragihandibû, ji 5ê Nîsanê demjimêr 13:00an ve kurê wê winda bûye û tevî ku li wî geriyane lê ti agahî jê bidest nexistine.

Wê herwiha got, wan serdana Asayişa Rêveberiya Xweser û saziyên din ên rêveberiyê kirine lê ji wan re hatiye gotin ku kurê we ne li cem me ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst