Gundê Axkevirê yê Semsûrê tê veguhestin

11-04-2023
RÛDAW
Gundê Axkevirê yê Semsûrê tê veguhestin
Gundê Axkevirê yê Semsûrê tê veguhestin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêvajoya hilbijartinan, kete pêşiya wêranî û encamên erdheja 6ê Sibatê û bala hikûmetê û aliyên pêwendîdar ji ser wan da alî. Li Semsûrê, Gundê Axkevirê di erdheja 6ê Sibatê de nîve nîv hilweşiya ye. Biryar hatiye wergirtin ku gund bibin li cihekî ewletir ava bikin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, piştî erdhejê pêvajoya hilweşandin û veguhestina cihên niştecîbûnê berdewam e.

Li Gundê Axkevirê yê Semsûra Bakurê Kurdistanê di erdheja 6ê Sibatê de li ji 65 xaniyan 35 hilweşiyane û 25 xaniyan jî zerar dîtine. Gund li ser xeta erdhejê hatiye avakirin û biryar hatiye dayîn ku bo cihekî ewle bê veguhestin.

Mixtarê Gundê Axkevirê Ebubekir Topbaş dibêje: “Niha xaniyên ku pêwîst bû bilez bên hilweşandin, hatin rûxandin. Welatiyên karîn tiştên xwe derxînin derxistin, lê piranî di hundir de man. Tiştên wan jî hatin tomarkirin.”

Metirsiyeke din jî ya li ser gund latên ku ji çiyê bi ser xaniyan de hatine xwerê. Di erdhejê de 3 xanî ji ber latan hilweşiyane. Xelkê gund ji ber metirsiya zêde dixwazin rojek berî rojekê cihê gund bê veguhestin.

Welatiyê Gundê Axkevirê Murat Baykuş jî got: “Demjimêr 3 em razan, lê xanima min ji ber tizbî dikişand ranezabû. Em bi saya wê rizgar bûn. Em derketin, gihiştin cem otomobîlê û xanî hilweşiya. Lê me zarok rizgar kirin.”

Welatî Hulya Kilinç jî got: “Em naxwazin di bin tirsa latan de bijîn, Xwedê neyîne serê kesekî û em jî naxwazin careke din wê tirsê bibînin. Dê baş jî bibe. Heta em di bin tirsa zinaran de bijîn, em li cihekî xweş û fireh bijîn baştir e.”

Semsûr yek ji wan bajaran bû, ku di erdhejê de zerareke zêde dît û bi ser de jî alîkarî û tîmên rizgarkirinê dereng bi hawara xelkê ve çûn. Parêzgarê Semsûrê Mahmut Çuhadar, li ser nerazîbûnan 10ê Adara 2023ê dest ji kar kişand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst