Galeriya wêneyan

11-04-2023
13 Photos

Medîne (Rûdaw) – Ew mala ku Xelîfeyê yekem ê Misilmanan Hz. Ebûbekirê Siddîq piştî koça ji Mekkeyê ya bo bajarê Medîneyê lê dijiya, niha kirine mizgeft. Ew mal li nêzîkî Mizgefta Pêxember Hz. Mihemed e û dikeve ser rêya Goristana Beqîh a li Medîneyê.

Ew mizgeft yek ji mizgeftên kevnar ên bajarê Medîneyê ye û pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed li wê derê nimêja cejnê kiriye. Li gor hin çavkaniyên dîrokî, di serdema xelafeta Ebûbekirê Siddîq ew der kirine mizgeft, lewra jî ew nav lê hatiye kirin.

Piştî berfirehkirina Mizgefta Hz. Mihemed, Mizgefta Ebûbekirê Siddîq deriyê wê hatiye girtin û êdî nimêj li wê mizgeftê nayê kirin, lê wek cihekî olî û dîrokî maye.

Mizgefta Ebûbekirê Siddîq mizgeftekî biçûk e û xelk bo dîtinê serdana wê dikin.

 

Wêne: Soran Behaedîn / Rûdaw