Cotkarê ku ga erîşî wî kir canê xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qamûşan a ser bi parêzgeha Qersê li Bakurê Kurdistanê cotkarê ku ga erîşî wî kir canê xwe ji dest da.
Emrullah Apar ê (22) ku li gundê Mescidiyê cotkarî dikir dema ajelên xwe li mêrga gund diçêrandin ga êrîşî wî kir.
Piştî ku gundiyan xeber da rayedaran, ekîbên tenduristiyê yên ku çûn gund dîtin Emrullah Apar ê bavê 4 zarokan ji ber derbên ga canê xwe ji dest daye.
Tîmên cendirmeyê li cihê bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.
Cenaze bi mebesta otopsiyê bo morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qamûşanê hat veguhestin.