Li Zaxoyê bi bihayê 95 milyon dolaran bendaveke mezin tê çêkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serpireştê Îdareya Xweser a Zaxoyê Guhdar Şêxo ji Rûdawê re ragihand, planeke 4 salî bo Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê hatiye danîn û tekez kir, dê li navçeyê bendaveke mezin bi bihayê 95 milyon dolaran bê çêkirin.

Serpireştê Îdareya Xweser a Zaxoyê Guhdar Şêxo di hevpeyvînekê de ku Rêvebirê Ofîsa Rûdawê ya li Duhokê Nasir Elî pê re kir û şevê din di bernameya Paşîv a Rûdaw TV de hat weşandin, behsa plana xwe ya ji bo navçeya Zaxoyê kir.

Guhdar Şêxo ji Rûdawê re ragihand: “Planeke me ya çar salan ji bo Rêveberiya Xweser a Zaxoyê heye, yek ji wan planan ew e ku du nahyeyên din bên zêdekirin, herwiha serokwezîr jî avakirina bendaveke mezin li Zaxoyê pesend kiriye, niha tê dîzaynkirin û dibe ku îsal dest pê bike, ku nêzîkî 95 milyon dolar jê re hewce ne.”

Şêxo derbarê projeyên din de jî axivî û got: “%65ê rêyên Zaxoyê asfalt nebûne, ji ber wê jî serokwezîr biryar da ku 108 kîlometran asfalt bike û qonaxa yekem dest pê kiriye.”

Derbarê pirojeya Kornîş de jî ku projeyeke geştyarî ye û li ser çemê Xabûrê li navenda Zaxoyê tê çêkirin, Serpireştê Îdareya Xweser a Zaxoyê got, “14 milyar dînar jê re hatiye xerckirin û eger baran rê bide dê di heyama mehekê de temam bibe.”

Derbarê bendavê de, Guhdar Şêxo got, cihê bendavê li ser çemê Xabûrê li nêzîkî navenda bajêr hatiye diyarkirin. Şêxo destnîşan kir, ew bendav ji bo elektrîk, çandinî û avê û ji bo tûrîzmê jî dê pir bisûd be.

Li ser kanalîzasyonê jî Serpireştê Îdareya Xweser a Zaxoyê da xuyakirin, “Em dê di qonaxa yekem de 10 km bi bihayê 50 milyar dînarî ava bikin.”