Koçberiya ciwanan ji Kobanî zêde bûye

11-04-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Koçberiya ciwanan ji Kobanî zêde bûye
Koçberiya ciwanan ji Kobanî zêde bûye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, koçberiya ciwanan bûye diyardeyeke berbiçav. Li gor zanyariyên ku ji wê herêmê hatine bidestxistin, berdewamiya gefên Tirkiyê, nebûna ewlehiyê û têkçûna rewşa aborî û xizmetguzariyê sedemên sereke ne ji koçberiya li Kobaniyê re.

Koçberiya ciwanan ji herêma Kobaniyê bûye diyardeyeke berbiçav, sedem, encam û bandorên wê koçberiyê hene.

Li gor zanyariyên ku ji wê herêmê hatine bidestxistin, berdewamiya gefên Tirkiyê, nebûna ewlhiyê û têkçûna rewşa abûrî û xizmetguzariyê sedemên sereke ne ji wê koçberiyê re. Di demekê de ku debara jiyanê jî zehmet bûye.

Parêzerek ji Kobaniyê, ji Rûdawê re, behsa sedemên vê koçberiyê dike.

Parêzer ji Kobaniyê Ferhad Baqir got: “Gelek sedem hene ku ciwan koçber dibin weke siyasî, emnî, aborî û civakî. Ev hemû têne ser hev û wiha dike ku ciwan dixwazin derkevin dervey welat. Di warî aborî de nebûna kar wiha dike ciwan koçber bibin. Di warê siyasî de jî rewş li seranserê Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê xetimî ye û lihevnekirina aliyên siyasî yên Kurdî wiha kiriye ku tabloyek ne zelal li pêş Kurdan çêbibe.”

Li gor zanyariyan, berî gefên Tirkiyê, 30 rêxistinên navdewletî li Kobaniyê hebûn, alîkariyên mezin di warê abarî û xizmetguzariyê de, li navçeyê pêşkêş dikirin û derfetên kar ji bo ciwanan berdest dikirin.

Lê niha tenê 5 rêxistinên navdewletî li wê herêmê mane, hevdem derfetên kar kêm bûne.

Berdewamiya gef û êrîşên Tirkiyê jî, yek ji sedemên sereke bû, ji bo derketina wan rêxistinan û bêzariya xelkên deverê ji nebûna aramiyê.

Parêzer Ferhad Baqir herwiha got: “Rojane gefên Tirkiyê û gefên şer hene û jiyaneke tevlîhev çêbûye. Ji ber vê yekê jî ciwan dibînin ku paşeroja wan ne zelal e, lewma dixwazin derbikevin. Gelek sedemên din weke nebûna dibistanan û aramiyê hene ku ev encam derbikeve holê.”

Li ser rêya koçberiyê, 03yê Adara 2023yan, li raserî peravên Lîbyayê ber bi peravên Îtalyayê, qeyikeke koçbrên Sûrî binav bû. Di encamê de 25 koçberên Sûrî canên xwe jidest dan, piraniya wan ji Kobaniyê bûn.

Ji wê hejmarê, Rêveberiya Xweser termên 10 qurbaniyan vegerandin Kobaniyê.

Her li gorî zanyariyan, bêhtir ji 20 kesên din hêj li Cezayirê asê mane û beşek ji wan jî bi rêya Rêvebeirya Xweser hatibûne vegerandin bo Kobaniyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst