Qubad Talebanî bi Serokê MÎTê Hakan Fîdan re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li Enqereyê bi Serokê MÎTê Hakan Fîdan re civiya.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Qubad Talebanî û şanda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ligel Serokê MÎTê Hakan Fîdan li Enqerê hevdîtin pêk anî.

Li gorî zanyariyên ku ketine destê Rûdawê, duh şandeke YNKê li Bexdayê bi Cîgirê Serokê MÎTê Mutlu Tuka re hevdîtin pêk anî û di civînê de mijara vekirina qada esmanî ya Tirkiyê ji firokeyên ku Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê bikar tînin, hat gotûbêjkirin.

Îro Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û şanda YNKê ya ligel wî li Enqerê bi Hakan Fîdan re civiyan û vegeriyan Herêma Kurdistanê.

Di civînê de Fîdan nerazîbûna Tirkiyê li hember “pêwendiyên YNKê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û PKK’ê re nîşan da û diyar kir ku ji bo asayîkirina peywendiyên Enqere-Silêmaniyê divê ev têkilî bên bidawîkirin.