Li Kobanî amadekarî ji bo mûsima îsal tê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kobanî ya Rojavatê Kurdistanê amadekarî ji bo çinîna mûsima îsal ya genim û ceh tê kirin.

Îro şaneya parastina berhemên çandiniyê ya Rêveberiya Xweser li herêma Kobanî civiya, di civînê de parastina berhemên çandiniyê ji şewatê, amadekirina saylo û patosan ji bo çinîn û wergirtina genim û ceh hatin gotûbêjkirin.

Hevserokê Rêveberiya Çandiniyê li herêma Feratê Omer Kenco got, wan 3 saylo ji bo wergirtina genim amade kirine, pêşbînî dikin herî kêm 100 hezar ton genim ji cotkaran werbigrin.

Omer Kenco herwiha got ku ji bo parastina genim û ceh ew cotkaran agadar dikin ku her kes rola xwe bilîze.