Gêlo Îsa: Bandora şer û rewşa aborî sedemên koçberiyê ne

11-04-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Endamê Polîtbîroya Partiya Demorat a Kurdî ya Sûrî Gêlo Isa
Endamê Polîtbîroya Partiya Demorat a Kurdî ya Sûrî Gêlo Isa
Nîşan Gêlo Isa Koçberî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Polîtbîroya Partiya Demorat a Kurdî ya Sûrî Gêlo Isa got “Sedemên koçberiyê, li herêma me ji encamên rûdanên ku di van 12 salan de çê bûne, ji encamên aloziya Sûriyê ne, vê yekê hinekî derûna xelkê lawaz kiriye, zehmetî di jiyanê de li pêş wan hatiye peydakirin, sedema bingehîn jî vedigere kêmbûna derfetên kar”

Derbarê sedem, bandor û encamên koçberiya ciwanan, Gêlo Îsa endamê Polîtbîroya Partiya Demorat a Kurdî ya Sûrî, ku partiyeke di nav Rêveberiya Xweser de ye ji Rûdawê re got, ji ber bandora şer û rewşa aborî ciwan koçber dibin û ji ciwanan xwest koçber nebin û û rûbirûyî rewşa zehmet bibin.

Gêlo Isa wiha axivî “Sedemên koçberiyê, li herêma me ji encamên rûdanên ku di van 12 salan de çê bûne, ji encamên aloziya Sûriyê ne, vê yekê hinekî derûna xelkê lawaz kiriye, zehmetî di jiyanê de li pêş wan hatiye peydakirin, sedema bingehîn jî vedigere kêmbûna derfetên kar, li herêma mem, bi taybetî li Kobaniyê, pîşezasî li pêş bû, xelkê kar dikir, li aliyekî çandinî, li aliyekî din bazirganî, bandora şer li ser vê yekê hebû.

12 sal ji şer jî, bandor li derûniya xelkê kir, lewma xelk berê xwe didine biyaniyê bi hêviya ku belkî di rewşeke baştir de bijîn. Lê di encamê de, ev koçberî, nakeve xizmeta kêşa me, kêşa Kurdî, û kêşa Sûriyê bi giştî. Roja îro em li pêş guhertinan in, li pêş rewşeke nû ne, ji ber vê yekê divê hinekî mirvo zehmetiyê li welatê xwe bikişîne, ji bewr ku azadî û mafên mirov, bi hêsanî nayên. Rast e îro pêwîst e ciwanên me bizanibin ku divê em hinekî di vê qonaxê de jiyanê bibînin, lê ji bo em di siberojeke azad û aram de bijîn, divê em biqasî zehmetiyên vê qonaxê bin. ”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst