Mamosteya Kurdî bû berbijêra TKPê ya Amedê

11-04-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Mamosteyên Kurdî Zeynep Demirel Hatunoglu TKP Amed Berbijêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mamosteya zimanê Kurdî Zeynep Demirel Hatunoglu bû berbijêra parlementeriya Amedê ya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP).

Zeynep Demirel Hatunoglu ya ku ji Zanîngeha Mêrdînê Artukluyê mamostetiya Kurdî qedandiye, ji ber ku nehatiye tayînkirin rojê 13 saetan wek karker dixebite.

Demirel Hatunoglu ji Rûdawê re diyar kir ku ew demeke dirêj e di nav TKPê de ye û wan di nava partiyê de “atolyeya Kurdî” vekirine û got “Ji demeke dur de ez di partiyê de me ne ji niha ve de ye. Partiya me atolyeya zimanê Kurdî vekir. Me bi vî awayî hevdu nas kir. Çiqas ez karker im, hewqas jî es partiyî me. Erê ez li vir dixebitim hinek zehmet dibe bi rastî jî, ji ber ku ez bi roj 13 saet li vir im, êvarê diçim hinda hevalan ji bo hilbijartinê. Hinek zehmet dibe ji xwe karê me karkeran her tim zehmet e ji bo vi awayî nayê ber çavên min.”

“Herçiqas 13 saet dixebitim jî nikarim dabara xwe bikim”

Demirel Hatunoglu amaje bi yekê kir ku her çiqas ew 13 saetan dixebite jî nikare debara xwe bike û dibêje “Divê ewilê ev bê guherandin saet di 6an de ji mal derdikevim û di 19:00an de têm. Tiştê ku ez bi dest dixim ne jiyana min didomîne, ne jî jiyaneke min heye, ji xwe jiyana min hemû kar e. ji bo vî awayi gerek cara ewil mafê karkeran derfeteke wisa çêbibe ku karibe hem di aliyê aborî de hem jî di aliyê jiyana civakî de xwe pêş bixe.”

“Kurdî ne zimanekî ku zarokan pê bixapînin e”

Demirel Hatunoglu destnîşan kir ku divê li Tirkiyeyê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û ragihand “Di serî de divê zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî ku am karibin xwe pêş bixin, yanî zimanî Kurdî ne wisa ye ku zarokan bixapînin bibêjin hilbijêrin belkî salê carekî mamosteyek an du tayin bikin lê ev tişt ji bo Kurdî hindik in. Divê di serê ewil de zimanê Kurdî li Tirkiyê bibe zimanê fermî yê duyem. “

Zeynep Demîrel Hatunoglû diyar kir ku di bernameya partiyê ya TKP'ê de jî divê Kurd bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibînin heye û got “Partiya me jî ji xwe dibêje li Tirkiyê Tirk û Kurd miletên din neyên guherandin li vir em hemû karker ji bo mafên karkeran dixebitin. Çawa ku Tirk karibin bi zimanê xwe bixwînîn Kurd jî karibin bi zimanê xwe bixwînin û vêya jî mecbûriye ku zimanê xwer pêşve bixin.”

Peyama xwe ya ji bo dengdêran re jî de wiha bang kir “Ez komunîst im, ez karker im û ez mamosteya Kurdî me. Ji bo ku Kurd karibin mafên xwe biparêzin, xwe kêmasî hîs nekin û ji bo ku karker karibin bi serbilindî bibêjin em karker in, em mafên xwe dixwazin û mamfên xwe girt. Tiştên wisa jî heye maf nayê dayîn, maf tê girtin. Ji bo ku mafên xwe karibin bigrin gerek dengên xwe derbixin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst