PSKê rexne li lîsteya namzedên YSPê girt

11-04-2023
RÛDAW
Nîşan PSK Partiya Çep a Kesk (YSP) Kurd Hilbijartin 2023 Hilbijartinên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) derbarê lîsteya berbijêrên Partiya Çep a Kesk (YSP) de helwesta xwe aşkere kir û ragihand, ew lîste “ruhê nûnertiya adil û hevseng a Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd a ku tê xwestin nîşan nade.”

Desteya Rêveberiya Navendî ya PSKê di daxuyaniyekê de ku îro belav kiriye, amaje bi hilbijartinên 14ê Gulanê yên li Tirkiyê dike û dibêje, “Tirkiye û Kurdistan di pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Di vê pêvajoyê de gelê Kurd hem bi xetereyên cidî re hem jî bi derfetên dîrokî re rû bi rû ye.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Weke Partiya Sosyalîst a Kurdistanê em di her firsendê de diyar dikin ku bi têkoşîneke hevpar bidestxistina azadî û demokrasiyê pêkan e” û hatiye destnîşan kirin, “Em tekez dikin ku aktorên siyasî yên Kurd dikarin bi yekkirina hêza xwe li dora daxwazên bingehîn ên gelê me, arasteya pêvajoyê li gor berjewendiya xwe biguherînin.”

Daxuyaniya PSKê ya derbarê helwesta wan a li ser lîsteya berbijêrên Partiya Çep a Kesk (YSP) bi vî awayî ye:

Bo Raya Giştî

"Bidestxistina Azadî û Demokrasiyê bi xebata hevbeş pêkan e

Li Tirkiyê û Kurdistanê pêvajoya hestyar û giring heye û gelê Kurdi di vê pêvajoyê de rê bi derfetên dîrokî û metirsiyan re rû bi rû ye.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê her tim tekezî li ser vê yekê kiriye û dike, ku em tenê bi xebata hevbeş dikarin azadî û demokrasiyê bi dest bixin.

Di her derfetekê de em îşaretê bi vê rastiyê dikin û dibêjin, ji bona ku hezên welatparêz ji vê pêvajoya heyî îstîfade bikin, divê hêzên xwe bikin yek.

Li gor bîr û baweriya partiya me, hilbijartina 14ê Gulanê di vî warê de derfetek e. Bona vê yekê partiya me ligel 8 partî û hêzên siyasî û Partiya Çep a Kesk, Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd ava kiriye.

Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd di roja 3ê Nîsanê de bi belavkirina deklerasyonekê daxwazên netewî û demokratîk ên serekî yên gelê Kurd bi zelalî pêşkeşê bîrûraya giştî kirin û bidestxistina daxwazên hanê vîn û îradeya xebata hevbeş nîşan da. 

Pêkhatina Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd û deklerasyona wê ji aliyê gelê me ve bi germî hat pêşwazîkirin.

Lê belê lîsteya berendamiyê ya Partiya Çep a Kesk, ku di 9ê Nîsanê de hatiye belavkirin, di warê nûnertiya hevseng û dadperweriyê de ne maqul e.

Lê ev yêka hanê dê çi bandor li ser pabendbûna me bi Deklerasyona Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd daneyne.  

Derbareyê pêvajoya tifaqê de, helwêst û boçûna partiyê me her tim pabendbûn bi binemayên neteweyî û berpirsyariyê bûye û emê li ser halwesta xwe ya hanê bi israr bin.

PSK li ser qewlê xwe ye û ji bona ku her wek di deklerasyonê de hatiye gotin, di proseya hilbijartinê de daxwazên gelê Kurd ên bîngehin pirtir di nava civatê de belav be û were pejirandinê, piştî hilbijartinê jî desteberkirina desturî û qanunî ya daxwazên hanê pabendê xebata hevbeş be."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst