Li Dêrezorê bi mûşekan êrişî bingeha Hevpeymaniya Navdewletî kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Dêrezorê ku dikeve rojhilatê Sûriyê, bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, rastî êrîşeke bi mûşekan hat. Heya niha zelal nebûye ka çi hêzekê ew mûşek avêtiye bingeha hevpeyamanan.

Li gor zanyariyên xwecihî ji Dêrezorê, bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li gundê Tabiye li gundewarê rojhilatê Dêrezorê li nêzîk zeviya gazê ya Konîko rastî êrîşeke mûşekî hat.

Hat zanîn ku di wê êrîşê de ti ziyanên canî û madî nebûne.

Ji aliyê din ve Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka di daxuyaniyekê de dibêje, "Saet 5:51 xulekên sibeha, roja Duşemê bi mûşekekê êrîşî ser hêzên hevpeymanan hatiye kirin, ku erkê wan parastina zeviyeke gazê ye li bakurê rojhilatê Sûriyê bûye.”

Heya niha zelal nebûye ka çi hêzekê ew mûşek avêtiye bingeha Hevpeyamanan.