Zêdeyî 41 hezar girtî dê deng bidin

11-04-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Girtîgeh Dengdayîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di hilbijartinên 14ê Gulanê de dê 41 hezar û 614 girtî bikaribin dengê xwe bikar bînin.

Hilbijartinên parlamenterî û serokkomariyê yên Tirkiyê dê 14ê Gulana 2023an bên kirin. Bi tevahî dê li 195 hezar û 705 sindoqan 64 milyon û 191 hezar û 285 kes deng bidin. Di nav dengdêran de girtî jî hene.

Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Girtîgehên Wezareta Dadê ya Tirkiyê, heta 1ê Adara 2023ê 349 hezar û 893 girtî hebûn, ku cezayê 41 hezar 614 kesan nehatiye birîn.

Li gor biryara Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ku 14ê Adarê di Rojnameya Fermî de hat belavkirin, mafê dengdanê yê kesên bi qestî tawan kirine û ceza li wan hatiye birîn nîne, lê kesên ceza li wan nehatiye birîn û dadgeha wan berdewam e û kesên tawanên nebiqest (biteqsîr) kirine û ceza li wan hatiye birîn dikarin deng bidin.

Koordînatora Parastinê ya Komeleya Civaka Sivîl a Sîstema Girtîgehê (CISST) Berivan Korkut ji Ajansa Mezopotamyayê re da zanîn ku di girtîgehan de mafê dengdanê yê 41 hezar 614 kesan heye û got: “Divê girtî lîsteyên dengderan kontrol bikin û eger navê wan di nav lîsteyê de nebe ji bo navê wan bê zêdekirin heta 2ê Nîsanê serî li komîsyonê bidin. Derbarê vê yekê de heta niha rewşeke nerênî negihiştiye me.”

Di hilbijartinên 2018an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li girtîgehan partiya yekem bû. Li gor amarên Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê, HDP li 49 bajaran, MHP li 16 bajaran, CHP li 9 bajaran û ÎYÎ Partî li 7 bajaran partiya yekem bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst