Mesûd Tek: HDP di navbera Tirkiyê tevgera netewî ya Kurd de dikare bibe pirek

11-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesut Tek got ku HDP dikare bibe pirek di navbera tevgera netewî ya Kurdistanê û tevgera demokrasiya Tirkiyê de.

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li çend bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di van çend mehên dawî de bi sedan rêxistinên sivîl, odeyên pîşeyî, nûnerên sendîkayan, parêzvanên mafên mirovan, karsaz, şaredar, xebatkarên çapemenîyê, rewşenbîr û berpirsên raya giştî û kesayetan re hevdîtin pêk anîn.

Serokê PSKê Mesut Tek beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa encamên hevdîtinên navborî kir û diyar kir ku di rojeva Kurdan de krîza aborî û bêkarî zêdetir e, lê mijarên qeyûman, binpêkirina mafên mirovan û astengkirina medyaya kurdî jî di rojeva wan de ye.

Mesut Tek amaje bi wê yekê kir ku pirsgirêka Kurd, pirsa gelekî ye ku mafê wê yê neteweyî û mirovî hatiye binpêkirin û gelê Kurd jî, wek hemû gelên dinyayê mafdar e ku di welatê xwe de bi şêwazeke azad û serbilind bijî.

Tek herwiha tekez kir ku di bingeha hemû pirsgirêkên li Tirkiyê de neçareserkirina pirsa Kurd heye. 

Serokê PSKê diyar kir ku ji ber hilbijartinên giştî yan jî hilbijartinên pêşwext bi partiyên Kurdistanî re xebatên tifaqan dimeşînin.

Li ser pirsa gelo ji ber hilbijartinan bi HDPê re tifaqê pêk tînin yan na; “Na, niha hevdîtineke bi vî rengî nîne, lê beriya her tiştî em dê hewl bidin ku di nava Kurdan de yekîtiyê çêkin. Ev heyamek e em sê partiyên Kurd û Kurdistanî weke PSK, PAK û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê hewl didin di nav mala Kurdî de yekitiyê pêk bînin û em gihiştine qonaxekê. Beriya her tiştî em dê di navbera partiyên Kurdistanî de tifaqê pêk bînin. Piştî wê em dê biçin ba HDPê. Helbet HDP jî girîng e, em dê bi HDPê re biaxivin. Em dixwazin bi partiyên din ên opozîsyona Tirkiyê re jî bicivin. Li gorî min HDP dikare bibe pirek baş di navbera tevgera neteweyî ya Kurdistanê û tevgera demokrasiya Tirkiyê de.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst