Li Rihayê şerê bi çekan: 6 kes birîndar bûn

11-04-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Wêranşar a Rihya Bakurê Kurdistan di navbera du malbatan şerê çekdarî derket û di encamê de 6 kes bi guleyan birîndar bûn.

Li gor agahiyên berdest li gundê Elîsarik ê navçeya Wêranşarê di navbera du malbatan de ku pêştir navbera nexweş bû, ji ber erd niqaş derket û piştî demekê niqaş vegeriya şerê bi çekan.

Di encama şerê bi çekan de 6 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê tîmênn tendirustî û cendirme çûn cihê bûyerê.

Mevlut K. (18), Ender K. (18), Gunduhan K. (47), Îskender K. (44), Gulşah Z. (30) û Ahmet Y. (32) ku di şer de birîndar bûne, bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê hatin veguhestin.

Hat zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst