Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Sekreterê Komkara Erebî civiyan

11-04-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxeyt civiya û herdu aliyan di civînê de rewşa Iraqê û pêwediyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatên erebî de hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê 11ê Nîsana 2021an pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxeyt kir.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriya Herêma Kurdistanê, di civînê de gotûbêj derbarê rewşa Iraq û têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û welatên Erebî de hate kirin.

Ehmed Ebulxeyt pesnê rol û pêgeha girîng a Herêma Kurdistanê da ku pêşketineke aborî ya mezin bi dest ve aniye.

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî destnîşan kir ku serdana wî bo Herêma Kurdistanê, peyamek e ji welatên Erebî re ku pêwîst e di çarçoveya Iraqa federal de pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bi pêş ve bibin, bi taybetî di warê bazirganî û weberhênanê de.

Ji aliyê din ve Masrûr Barzanî spasiya Ehmed Ebulxeyt kir û hêvî xwest ku Komkara Erebî roleke girîng di çareserkirina pirsgirkên Iraqê de bibîne.

Serokwezîrê Kurdistanê herwiha tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên wê yên baş bi welatên erebî re hebin.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî,  ragihand, di civînan de wan behsa rewşa Iraqê û rola Berpirsên herêma Kurdistanê di asayîkirina rewşa Iraqê de kirin.

Berî niha Ehmed Ebû Xeyt serdana Bexdayê kiribû li gel berpirsên Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê civiyabû. 

Daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê kiribû ku serdana barageha Komkara Welatên Ereb bike li Qahîreyê. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst