Cîhan Aydin: Divê pirsa Kurd bi rêya diyalogê bê çareserkirin

11-04-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Baroya Amedê 47emîn Kongreya xwe ya Giştî wê li Navenda Kongreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk tîne.

Li bajarê Amedê  47emîn Kongreya Asayî ya Baroya Amedê tê sazkirin ku bo medyayê girtî ye û beşeke kêm ji endmaan têde amade ne

Cîhan Aydin di gotarekê de daxwaz kir pirsa Kurd bi rêya diyalogê û bê tundûtûjî bê çareserkirin.

Parêzer Aydin herwiha da xuyakirin ku niha hewl didin ku rola sendîkayên pîşeyê kêm bikin lê ew dê berdewam bin li ser karkirin bo bidestanîna dewleta yasayê.  

Di heman demê de Aydina rexne li karnameya mafê mirov a Tirkiyê girt  û got ku ew karname tenê silogan e û ti pêngaveke rasteqîne di ware mafê mirov de nehatiye avêtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst