Wezareta Ewqaf a Kurdistanê yekem roja meha Remezanê diyar dike

11-04-2021
RÛDAW
Nîşan Wezareta Ewqafê Meha Remezanê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo diyarkirina yekem roja meha Remezanê, êvariya îro Lîjneya Bilind a Dîtina Heyvê a Wezareta Ewqafê dê çavdêriya heyvê bike.

Wezareta Efqaf û Kaûrbarên Ayînî ya Herêma Kurdistanê ragihand, bi mebesta diyarkirina yekem roja meha “Remezana pîroz”, Lîjneya Bilind a Dîtina Heyvê, dê êvariya Yekşemê, 11.04.2021, bi hemahengiya li gel lîjneyên wan ên din, li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê kom bibe û çavdêriya dîtina heyvê bike.

Wezareta Ewqaf radigihîne, “Li gor bergelên şerîî biryar dê li ser “yekem roja meha Remezana pîroz bê dayîn.

Herwiha di daxuyaniyê amaje bi wê jî hatiye kirin, bi ragihandina biryara fermî ya Lîjneya Dîtina Heyvê (li gor belgeyên şerîî), cih bo nîqaşên li ser vê mijarê namîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst