Têkildarî destdirêjiya li ser jina li Pirdê fermana desteserkirina 6 kesên din hat dan

11-04-2020
Nîşan Bûyera Pirdê Kerkûk Fermandarê Operasyonên Kerkûkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Peyanêrê Rûdawê li Kerkûkê ragihand, fermana desteserkirinê bo 6 kesên din ji gumanbarên bûyera destdirêjiya li ser wê jina li Pirdê hat dan.

Seîd Herbiye, Fermandarê Operasyonên Kerkûkê, di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, pêdaçûna wan lis er wê bûyerê berdewam e û vê bûyerê peywendî bi kerameta Iraqiyan heye û ji ji encamderên tawana Pirdê desteser kirine.

Fermandarê Operasyonên Kerkûkê amaje bi wê kir, yek ji wan kesên hatiye destesekirin sivîl e û kesê din jî karmend bûye li fermandariya polîsê parêzgeha Kerkûkê û got, “bûyerê zêdetirî 2 hefte berî biha rû daye û lêbelê 2 roj berî niha dîmen hatine belavkirin.”

Seîd Herbiye, aşkere kir ku niha lîjneya pêkhatî ji Wezareta Navxwe, Fermandariya Operasyonan bo lêkolînkirinê, ew a tê xwestin pê gihiştine û got ku tawanbar hatine desteserkirin û herwiha ragihand, hevjînê wê jina ku rastî destdirêjiya seksî hatiye, doz li dijî kesê encamderê wê  êrişê encam daye ne li ser kesê dîmen belav kirine.

Hîwa Husameddîn, peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê ragihand ku fermana desteserkirinê bo 6 kesên gumanbarên wê bûyera li dijî jina Kurd a xwedî pêdiviyên taybet, hatiye derkirin.

Herwiha peyamnêrê Rûdawê amaje bi wê jî kir, ew kesê ku di vîdyoyê de derdikeve, hemû rêkarên yasayî li beramber hatine girtin.

Peyamnêrê Rûdawê behsa wê jî kir, li gor raporta pizîşkî, ew jin xwedî pêdiviyên taybet e û bi rêjeya ji sedî 93 derûniya wê temam nîne.

Li navçeya Pirdê ya parêzgeha Kerkûkê ku ji 16ê cotmeha 2017an ve di kontrola hikûmeta Iraqê de ye, hejmarek kesan destdirêjiya seksî kirine ser jineke xwedî pêdiviyên taybet û dîmenên destdirjiyê bi telefonê tomar kirine û li torên civakî belav kirin.

Têkildarî wê bûyerê, Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de daxwaz kir, ku bikerên wê tawanê bi tundtirîn şêwe bêne sizadan.

Serok Barzanî di peyama xwe de tekez dike, “Bila ti kes û aliyek wiha hizir neke ku tawanên bi vî awayî dê li ser wan derbas bibe yan dê çav li ser bêne girtin.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Barzanî tekez dike: “Ev destdirêjî şikandina kerameta hevwelatiyên ne tenê Kerkûkê belku şikandina kerameta tevahiya Kurdan e û divê bikerên vê bêwijdaniyê bi tundtirîn şêwe bihêne cezakirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst