Hewlêr (Rûdaw) - Hemwelatiyekî Kurd piştî 17 sal zindanîkirinê li bajarê Seqiza Rojhilatê Kurdistanê, di serîhildana girtiyan a çend roj berê de, ji zindanê rizgar bûbû û dixwast xwe bigihîne Başûrê Kurdistanê, lêbelê careke din hat girtin û ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin. Serokê Desteya Mafên Mirovan a Kurdistanê jî dibêje, divê Asayişa Giştî Ya Silêmaniyê û Asayişa Pêncewînê daxuyaniyekê derbarê vê mijarê de belav bikin.
Omer Xulamelî, Endamê Rêberiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê derbarê mijarê de ji Rûdawê re ragihand ku îro danê sibehê, sizayê darvekirinê ku ji aliyê rejîma Îranê ve bi ser Mistefa Selîmî de hatibû sepandin, hat cîbicîkirin û got, “Ev çend roj bû, ji bo cîbicîkirina hukim, ew ji bo jûreke takekesî hatibû veguhastin.”
Omer Xulamelî, aşkere dike ku Mistefa Selîmî pêştir bo maweyê 2 sal Pêşmergeyê PDKÎyê bû lêbelê paşê xwe radest kiribû û got, “Roja 05.04.2003, bi tohmeta hevkariya li gel yek ji hizbên Kurdî û dijayetiya Komara Îslamî ya Îranê, ji aliyê Dadgeha Înqilabê ya Seqizê ve, bi 15 sal zindan û sêdaredanê hatibû cezakirin.”
Endamê Rêberiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê dibêje, “Mistefa Selîmî, ev maweyê 17 sal e, zindanîkirî ye. Di wî maweyê de çendîn car weke nerazîbûn li dijî cezayê bi ser de hatiye sepandin, ket greva bircîbûnê.”
Mistefa Selîmî ku 25ê Hezîrana 1967an ji dayîk bûye, piştî nerazîbûn û serîhildana girtiyan li zindana Seqizê, ji zindanê reviya û xwe gihand sînorê Başurê Kurdistanê, lêbelê li gor gotina Omer Xulamelî, ew “hat desteserkirin û li zindana Seqizê hat darvekirin.”
Herwiha Agirî Îsmaîl Nejad ku çalakvanekî sivîl e, ji Rûdawê re ragihand ku Mistefa piştî heyamek pêşmergayetiyê li nav rêzên PDKÎyê, çek daniye û vegeriyaye Îranê û got, ew bi kuştina serbazekê li Seqizê dihat tohmetbarkirin û tevî ku Mistefa ew tohmet red kiribû jî, cezayê darvekirinê bi ser de hatibû sepandin û “piştî 17 sal ji zindanîkirinê, îro hat darvekirin.”
Ziya Pitros, Serokê Dezgeha Serbexwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê, ji Rûdawê re ragihand, “Mistefa piştî derketina ji zindana Seqizê ber bi Herêma Kurdistanê ve hat, lêbelê asayişa Pêncewîn ew radestî Komara Îslamî ya Îranê kir. Ev jî binpêkirineke zelal e û binpêkirina rêkevtinnameyên navdewletî û madeya 21 a destûra Iraqê ye ku amaje bi wê dike, penaberên siyasî nabe bi ti şêweyek radestî welatî wî bê kirin an jî bi zorê bê vegerandin. Pêwîst bû radestî Netewên Yekgirtî (NY) hatiba kirin an jî biriban dadgehê û dadgehê biryar li ser daba, ne ku radestî Îranê hatiba kirin.”
Serokê Desteya Mafên Mirovan aşkere dike ku ew dê pêdaçûnê bo dosyeya Mistefa Selîmî bikin bo ku bizanin radestkirina wî bi ferman bûye yan biryareke takekesî bûye.
Herwiha Ziya Pitros daxwaz dike, “Divê Asayişa Giştî ya Silêmaniyê û Asayişa Pêncewînê bêne ser hêl û çawaniya radestkirina Mistefa Selîmî bo raya giştî aşkere bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse