Lîjneyek derbarê bûyera destdirêjiya seksî ya li Pirdê hat pêkanîn

11-04-2020
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Pirdê Kurd Destdirêjiya Seksî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûçeya Rûdawê ya derbarê destdirêjiya seksî ya li dijî jineke xwedî pêdiviyên taybet li Pirdêya ser bi Kerkûkê ve karvedanên mezin li gel xwe anîn. Serok Mesûd Barzanî jî daxwaza lêkolîn û sizadankirina êrişkaran kiribû. Herwiha çavkaniyek taybet li Wezareta Navxwe aşkere dike, lîjneyek ji bo lêkolînkirina wê bûyerê hatiye pêkanîn.

Çavkaniyek ji Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, duh, 10.04.2020, li ser daxwaza Serok Mesûd Barzanî, lîjneyek ji bo lêkolînkirina bûyera destdirêjiya li ser jineke Kurd a xwedî pêdiviyên taybet ji aliyê çend kesekê ve li Pirdê, hatiye pêkanîn. Ew komîte jî ji hejmareke efserekî Wezareta Navxwe ya Iraqê û nûnerên Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê.

Li gor zanyariyên wî çavkaniyê, ew lîjne dê îro li Kerkûkê kom bibe û lêkolînê derbarê wê bûyerê de bike û “di zûtirîn dem de jî dê raporta derbarê wê bûyerê de amade bike.”

Li Pirdê jineke xwedî pêdiviyên taybet a bi navê Jiyan ku Kurd e ji aliyê 2 kesan ve rastî destdirêjiya seksî hat.

Dîmenên destdirêjiya seksî bo ser jinek xwedî pêdiviyên taybet li Pirdê, li torên civakî belav bû. Dîmen jî ji aliyê wan herdu kesan ve hatine girtin û belavkirin ku destdirêjiya seksî li wê jinê kirine.

Polîsê Kerkûkê ragihandiye li ser wê bûyerê 2 kes hatine desteserkirin ku yek ji wan destdirêjî li wê jina xwedî pêdiviyên taybet kiriye û  kesê din jî bi telefonê dîmenên destdirêjiyê kişandine.

Nav û wêneyê 6 kesên din jî hatine belavkirin ku hatiye gotin, ser bi Heşda Turkmen in û destdirêjî li wê jina xwedî pêdiviyên taybet kirine.

Nasnameya yek ji wan kesan aşkere bûye ku polîsê hawarçûnê ye û tê gotin kesê duyem jî li rêzên Heşda Tirkmen e.

Têkildarî wê bûyerê, Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de daxwaz kir, ku bikerên wê tawanê bi tundtirîn şêwe bêne sizadan.

Serok Barzanî di peyama xwe de tekez dike, “Bila ti kes û aliyek wiha hizir neke ku tawanên bi vî awayî dê li ser wan derbas bibe yan dê çav li ser bêne girtin.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Barzanî tekez dike: “Ev destdirêjî şikandina kerameta hevwelatiyên ne tenê Kerkûkê belku şikandina kerameta tevahiya Kurdan e û divê bikerên vê bêwijdaniyê bi tundtirîn şêwe bihêne cezakirin.”

Jina ku rastî destdirêjiyê hatiye Kurd e û rewşa wê ya derûnî baş nîne û mêrê wê jî nexweş e û li ser cih ketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst