Hêzên Iraqî li Pirdê derbarê Kurdan de zanyariyan berhev dikin

Pirdê (Rûdaw) – Hêzên Iraqî hefteyek e zextê li mixtarên bajarokê Pirdê yê ser bi Kerkûkê dikin û bi rêya formekê ji wan daxwaz kirine ku zanyariyên bi hûrgilî li ser xelkê wê deverê bidin.

 

Beşek ji wan mixtaran formên ku hatine xwestin tijî kirine û beşeke din red kiriye û weke armanceke siyasî dibînin û dibêjin "polîsê federalî bi vê rêyê dixwazin hejmar û karmendên asayiş û pêşmergeyên vê deverê bi dest bixin".

 

Mixtar Şehîd Aram ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Li paş vî karî armancên siyasî hene, di wê formê de divê wêneya serokê malbatê li ser hebe û nav û hejmara telefonê têde hebin, divê ew kes amadeyî hemû lêpirsînan be û li ser mêvanên ku serdana wî dikin jî zanyarî bide.”

 

Tijîkirina wê formê tenê taxên Kurdan li xwe digre, îdare û polîsê Pirdê ji belavkirina wê formê agahdar nînin û ji hêzên Iraqî re pêşniyar kirine ku dest ji tijîkirina wê formê berdin, ku tirsê li cem niştecihên wan taxan çêdike.

 

Rêveberê Bajarokê Pirdê Ebdulmutelîb dibêje: “Ew formên zanyariyê yên li cem me hene, em amade ne ku bidin wan, ji ber ku me berî niha zanyarî berhev kirine û li cem me amar hene ku heman zanyariyên ku mixtaran berhev kirine, tenê dest ji wê formê berdin, em amade ne ku weke îdareya Pirdê bidin wan.”

 

Beşek ji mixtar û niştecihên çend taxên Pirdê, daxwaza xwe arasteyî Encûmena Parêzgehê û partiyên Kurdistanî kirine ku hewla betalkirina wê formê bidin û rê li ber tijîkirinê bigrin.

 

Bi rêya Encûmena Nûneran a Iraqê ve hewla betalkirina wê formê hat dayîn, lê hêj hêzên Iraqî li ser tijîkirina wê rijd in û vê hefteyê sê caran li gel mixtaran civiyane û zanyarî xwestine.

 

Endama Encûmena Nûneran a Iraqê Dîlan Xefûr dibêje: “Em li pey vê pirsgirêkê çûn û me li gel hêzên Iraqî li hev kir, divê ew form neyên tijîkirin û em daxwazê dikin ku xelk formê tijî nekin, ji ber ku wergirtina zanyariyan karê wan hêzan nîne û armanceke wan a din heye.”

 

Piraniya niştecihên Pirdê, Kurd in. Lê ji ber şerê DAIŞê hejmareke mezin ji awareyan li wir niştecih bûne, lê dabeşkirina formên zanyariyê tenê taxên Kurdan li xwe girtiye.