Çînî eleqeyeke mezin nîşanî Girê Mirazan didin

11-04-2019
RÛDAW
Nîşan Girê Mirazan Çînî UNESCO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Girê Mirazan li Xerabreşka Rihaya Bakurê Kurdistanê ye ji bo dîroka cîhanê ciyekî girîng e. Piştî ku UNESCOyê Girê Mirazan xist “Lîsteya Mîrata Dinyayê”, bala cîhanê bi tabetî jî ya Çiniyan kişand.

 

Rêveberê Çand û Geştyarî yê Rihayê Aydin Aslan ragihand ku piştî ku sala 2019an wek "Sala Girê Mirazan " hat îlankirin li Tirkiye, Bakurê Kurdistan û welatên biyanî ji bo nasandina wê derê gelek xebat hatin kirin.

 

Aydin Aslan par li Çînê Girê Mirazan hatibû nasandin eleqeya Çîniyan li ser vê derê zêde bûye.

 

 

Aslan anî ziman du kanalên televizyonê yên herî mezin ên Çînê TVB û CCTV niha li Girê Mirazan û Muzeya Rihayê wêne û dîmenan dikşînin û wiha pê de çû: "Bi saya van weşanan Riha dê li bazara Hong Kongê bê nasîn. Şirketên gerê yên Çînê, rojnamevan, fenomenên medyaya civakî, hunermend Xîao Zhang mehên derbasbûyî hatibûn vir. Dema em vê eleqeya wan a mezin dinêrin em dibînin ji ber xebatên Tirkiyeyê yên Girê Mirazan li Çînê em sûdê dibînin."

 

Nûnerê Tirkiyeyê yê televizyina CCTVyê Yu Pang jî got Girê Mirazan li welatên Rojhilata Dûr balê dikşîne, ew jî kêfxweş in ku li vir weşanê dikin.

 

Pang got 500 milyonî zêdetir temaşevanên wan heye û wan xwestiye li ser şaristaniyên berê belgefîlmekî bikşînin û ji ber vê ew çûne Rihayê.

 

Pang wiha axivî: "Berhemên li vê muzeyê pir kevn in. Li vir gelek berhemên nuwaze û efsûnî yên beriya Hezretî Îsa, beriya 10 hezar salan hene. Çîn jî şaristaniyeke pir kevn e, lê hatina li vir û kişandina dîmênên şaristaniyeke wiha berê hesteke pir nuwaze ye."

 

 

Çêkerê bernameya TVBê Ernest Wong jî got Çînî eleqeyeke mezin nîşanî dîrokê didin

 

Wong ku ew bawer dike welatî dê bi eleqeyekê bernameyê bişopînin, wiha axivî: “Ev der cihekî pir nuwaze ye, cihekî dikare dîroka mirovahiyê biguhere ye, tesîr li ser me kir. Çînî eleqeyeke mezin nîşanî vir didin. Mirovên welatê me vê derê 'xala destpêka dîrokê' qebûl dikin. Em wisa bawer dikin bi saya nasandina me eleqeya welatiyên me dê pir zêde bibe. Ferqa vê derê ya ji cihên din ew e ku meraq çêdibe. Di destpêkê de nayê fêmkirin, lê dema hûn dîrokê guhdar dikin hûn dibin şahidê rewşeke efsûnî."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst